IraqNûçeRojhilatanavin

Di 3 rojan de 140 malbatên kurd bin desthilata Artêşa Iraqê û Heşdî Şebî vegeriyan malên xwe

Hat ragihandin ku di nava 3 rojên dawî de 140 malbatên kurdên Şebek piştî derxistina DAIŞê ji deverên wan, vegeriyan gundên xwe.

Kurdên Şebek derbarê sedema vegera bo gundên xwe de dibêjin, ew li bin desthilata Artêşa Iraqê û Heşdî Şebî de rastî zext û tevliheviyê tên, ji ber wê jî vegerine gund û warê xwe, tevî ku cihê wan ne ewle ye jî.

Malbatên ku vegeriyan gundên xwe gelek hestiyar bûn, hinek digriyan û hinekan jî axa gundê xwe û xaniyên xwe maçî dikirin. Welatiyê kurdên Şebek ê bi navê Yûnis Şûnşî dibêje: “Cihê ku em berê li wir bûn, ji aliyê Herêma Kurdistanê û hin saziyan ve alîkarî dihatin, lê piştî ku Heşdî Şebî li wir bi cih bû, hatina alîkariyan hate astengkirin. Lewma em jî vegeriyan gund û axa xwe.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu