ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mohammed Cevad Zarîf got ew dikarin li gel Erebistana Siûdî têkiliyên baş deynin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mohammed Cevad Zarîf ji bo kanala televizyonê ya El Meyadînê axivî û got, “Erebistana Siûdî û rejîma Siyonîst ji destpêkê de hewil dan ku muzakereyên nukleerê pêk neyên û ji bo vê yekê gelek rê ceribandin. Gelek zext meşandin lê wê nikaribin vê yekê bidin rawestandin.”

Zarif diyar kir ku ji ber hinek welatên Îslamê bi welatên din re li dijî welatên Îslamê dibin yek, ew xemgîn dibe û got, “Ez ji bo Erebistana Siûdî pêşniyar dikim ku ji bo zirarê bide Îranê li şûna nêzîkî welatên din bibe, bila bi Îranê hevkariyê bike.”

Wezîrê Îranî da zanîn ku Îran dikare li gel Erebistana Siûdî têkiliyên baş deyne û got, “Îran li gorî êrîşnekirin û rêzgirtina dualî dixwaze bi welatên Îslamê re hevkariyê bike. Hevkariya bi cîranên me yên wekî Erebistana Siûdî de divê li gorî esasê aşitî û aramiya li Bahreyn, Yemen û Sûriyeyê be.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu