FilistînNûçeRojhilatanavin

Yekemîn salvegera serhildana Qudsê

Îro 1`ê Cotmeha 2016`an, yekemîn salvegera serhildana gelê Filistînê li Qudsê li hemberî dagirkerîya Rêjîma Sîyonîst e.

Salekê berî niha di rojeke wek îro da bi dû dijwarbûna êrişên sîyonîstan ser Qudsê û meçîta Eqsayê û hewldana wan jibo parvekirina vî warî ji hêla dem û cîyê serdanê, serhildana gelê Filistînê li Qudsê pêk hat û hela jî didome û gelê Filistînê bi fidakarîyê serhildana li hemberî dagirkerîyên Rêjîma Sîyonîst domandîye. Li gorî rapora Navenda Lêkolînên Qudsê, ji destpêka serhildana Qudsê va heta niha 250 filistînî di encama êriş û şîdeta hêzên Rêjîma Sîyonîst da şehîd bûne. herviha nêzî 18 hezar û 300 kes li deverên curbicur ên rexê rojavaya çemê Urdinê, Qudsê û Filistîna dagirbûyî birîndar bûne.

Eskerên sîyonîst herviha di vê heyamê da 8500 carî dest bi binçavkirina filistînîyan kirine.

Dewra nû ya serhildana gelê Filistînê ser navê Serhildana Nû ya Qudsê ku wekî Serhildana Sêyem tê bibîrxistinê, xaleke werçerxan di dîroka têkoşînên gelê Filistînê tê hesêb û careka din geşatî û mayindebûna serhildana gelê Filistînê aşkira kir.

Serhildana berfire ya gelê Filistînê di çarçova Serhildana Qudsê da wek qonaxên berê yên serhildanê hemî plan û hesabên Rêjîma Sîyonîst jibo serdestîya zêdetir li deverên curbicur ên filistînî nemaze Qudsê aloz kirine û ev rêjîma pêrgî isşkest û asêbûnan kirîye.

Li halekî ku Rêjîma Sîyonîst di vê xeyala pûç da ye ku berxwedana gelê Filistînê bi dû çend salên pêvajoya sazişê li Rojhilata Navînê û helwestên sazişkirinê yên hin dewletên ereb û dirêjbûna pêvajoya dagirbûna Filistînê, sist bûye û vemirîye, bi serhildaneke wisa ya gelê Filistînê ra rûbirû bû ku xîmên vê rêjîmê ji berê zêdetir sist kirine.

Serhildana nû ya Qudsê li halekî derbasî yeksalîya xwe bûye ku opêrasyona filistînîyan a dijî sîyonîstan didome û ciwanên filistînî pêkutîyê dikin ku yê opêrasyona xwe heta bidestxistina armancên xwe bidomînin.

Bê guman serhildana Qudsê û dijwarbûna wê di mehên dawîyê da Rêjîma Sînoyîst ji berê zêdetir lawaz û şaşûpaşo kirîye. Berxwedana gelê Filistînê ji destpêka dagirkerîyên Rêjîma Sîyonîst va li warê Filistînê destpê bû.

Gelê Filistînê hertim nîşan daye ku tu wexta nahêle sîyasetên Rêjîma Sîyonîst jibo serdestîya ser deverên filistînî ji wan Beyt ul Muqedesê serê xwe bigire. Destpêbûna Serhildana Eqsayê di sala 2000`ê da ku berteka li hemberî bêrêzîyên berdewam ên Rêjîma Sîyonîst li mizgevta Eqsayê û derbasbûna handêrane ya Arîyêl Şaron yek ji rêvebirên Rêjîma Sîyonîst nav vî warî pêk hat, vê rastîyê piştrast dike.

Gelê Filistînê li gorî destkevtên berxwedanê ku van salên dawîyê işkestên giran ên serbazî û sîyasî dane ser milê Rêjîma Sîyonîst, “ dewama berxwedana li hemberî Rêjîma Sîyonîst“ tenha rêka  bidestxistina armanca xwe dizane.

Neçarkirina Rêjîma Sîyonîst jibo paşdavekişîna ji devera Gezê di sala 2005`ê da û işkestên vê rêjîmê di şerên salên 2009, 2012 û 2014`an li Gezê da, nîşan da ku eva berxwedan e ku zemîneya serêxwegirtina armanca Filistînê û serkevtina gelê Fiilstînê pêk anîye û loma filistînî hertim tevî retkirina pêvajoya sazişê ser dewama serhildanê disekinin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu