AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Vîna parlimanên Îran û Rûsiyê ji bo berfirehkirina peywendiyan

Serokên meclisa şêwra îslamî ya Îranê û Senaya Rûsiyê vîna du welatan ji bo berfirekirina peywendiyên duyalî û bidawîanîna qeyranên navçeyî ji wan têrorîsmê, vîneke ciddî dan zanîn.

Li goî rapora IRNA`yê, Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê û xanima Valintîna Mativbînko seroka Konseya Federasiyona Rûsiyê (SENA) roja yekşemiyê li Têhranê hevdîtinek pêk anîn û li bara peywendiyên duyalî û mijar û alûgorên girîng ên navçe û cîhanê axivîn.

Serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê piştî vê hevdîtinê li civîna çapemeniya hevpar peywendiyên Îran û Rûsiyê bi taybet li salên vê dawiyê da peywendiyeke ber bi geşbûnê da zanîn û got: Komara Îslamî ya Îranê hevkariya xwe digel Rûsiyê li warê şerê dijî têrorîsmê li navçeyê didomîne.

Xanima Mativbînko jî got: Nava parlimanên Îranê  ûRûsiyê peywendiyeke baş pêk hatiye ku ev peywendî di rewşa hestiyar a navçe û cîhanê xwedana girîngiyeke zêde ye.

Serokê Konseya Fedrasiyona Rûsiyayê berêvariya yekşemiyê di serê taximeke parlimanê gihîşte Têhranê.

Mativbînko pêştir armanca gotûbêjên xwe digel rayedarên Komara îslamî ya Îranê li sefera durojî bo Têhranê “Pêşdabirina peywendiyên duyalî li warên cûrbicûr û zêdekirina hevgirtin û yekdengiyê li Rojhlata Navînê bi taybet ji bo şerê dijî têrorîsma dijî Sûriyê“ daye zanîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu