
Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî, Wezîrê Tendirustiyê Oly Ilunca di daxuyaniya xwe de ragihandiye ku bajarê ku pêşî vîrûs lê hatiye dîtin hemşîreyekê jî canê xwe ji dest daye û tevlî wê ji 8ê Adarê ve hejmara kesên ku ji ber vîrûsê Ebolayê canê xwe ji dest dan gihîştiye 27an.
Wezîr Oly Ilunca di berdewamiya axaftina xwe de gotiye: “Ji 49 bûyerên îshalê di 22an de vîrûsa Ebola hatiye tespîtkirin û di 21ê de jî gumanên mezin hatine tespîtkirin.”