ÎranNûçeRojhilatanavin

Amadebûna Îranê jibo hevkarîya navokî ligel welatên navçê

Elîekber Salihî serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê îro li civîna salê ya Civata Cehanî ya Navokî li bajarê Londonê herviha got: Li gor hezkirina welatên derdora Kendava Farsê jibo berfirekirina enerjîya navokî, Têhran jibo pişkdarî û hevkarîyê û raberkirina tecrubeyên vî warî bo welatên navçê amade ye.

Salihî herviha got: Bi berfirebûna hevkarîyên navnetewî yên Sazîya Enerjîya Atomî ya Îranê ligel welatan û xwedanên pêşeyên navokî, şîrketên ku hez bikin jî dikarin li projên navokî yên Îranê pişkdarî û hevkarîyê bikin.

Alîkarê serokê Komara Islamî ya Îranê li dewama xeberdana xwe  behsa armanca Îranê ya berhemanîna 20 hezar MGV ceryana navokî kir û got: Jibo serêxwegirtina vê armancê bilî hêzgeha Bûşêhrê, Îranê di çend rojên buhurî da peymaneke nû jibo damezirandina 2 hêzgehên nû bi Ûrsêtê ra wajo kirîye. Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê li ser giringîya bikaranîna enerjîya paqij a navokî jibo armancên pêşxistinê li welatên cehanê sekinî û hevkarîyên Îranê û welatên xwedîyê pêşeya navokî yên cehanê nemaze piştî rêketinama navokî şirove kirin.

Salihî herviha got: Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê enerjîya navokî li warê çêkirina vaksen û dermîn û çêtirkirina berhemanîna hasilên cotkarîyê bi kar tîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu