CîhanEwropaNûçe

Vladimir Putin û Kim Jong un civiyan

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin û pêşengê Koreya Bakur Kim Jong-un civiyan.

Civîn li Vladivostoka bajarê Rûsyayê li Zanîngeha Federal a Rojhilata Dûr hat kirin û beriya hevdîtinê Putîn axivî û got ku ziyareta Kim a li Rûsyayê wê têkiliyên dualî xurt bike.

Putîn wiha axivî: “Ez pê bawer im ku ev ziyaret wê piştgiriyê bide çawaniya çareserkirinê ya rewşa nîvgrava Koreyê, tiştên ku dikeve ser milê Rûsyayê emê guftûgo bikin.”

“Putîn diyar kir ku Moskova ji bo hewildanên normalbûna têkiliyên navbera Koreya Bakur û Koreya Başûr, Amerîkayê kêfxweş e û wiha dewam kir, “Helbet em ji bo diyaloga navbera Koreya Bakur û Koreya Başûr û hewildanên normalbûna têkiliyên Koreya Bakur û Amerîkayê kêfxweşi in.”

Pêşengê Koreya Bakur Kim jî wiha got, “Rewşa nîvgrava Koreyê bala hemû civata dinyayê dikşîne. Ez hêvî dikim ku hevdîtinên me wê ji bo nirxandina vê rewşê û danûstandina fikra hevdu bibe çalakiyeke girîng.”

Cara ewil e di navbera Putîn û Kim da hevdîtineke wiha çêdibe.

Başa dön tuşu