Waizî: Civîna OPEC`ê serketina Îranê bû
Wezîrê IT`yê yê Komara Îslamî ya Îranê, civîna 170`an a Rêxistina OPEC`ê li Viyenayê weke serketina Îranê li bidestxistina mafên xwe, da zanîn.
Mehmûd Waizî, wezîrê IT`yê yê Îranê li gotûbêja bi IRNA`yê re, encama civîna OPEC`ê li Viyenayê, pir giring û mezin da zanîn û tekez kir: Serketina Îranê li OPEC`ê, bazara niftê ya cîhanê biserûber dike.
Waizî diyar kir: Piştî rakirina boykotan, hin welatan hewl dan berhemanîna nifta Îranê zêde nebe û bazara Îranê negihêje geşatiyê lê Dewleta Komara Îslamî ya Îranê hişmendane li civînên OPEC`ê, ser berjewendiyên gelê Îranê sekinî.
Wezîrê IT`yê yê Îranê destnîşan kir: Niha hemî ew welat neçar mane mafên gelê Îranê li OPEC`ê bi fermî nas bikin û li vê çarçêvê, asta herî bilind a berhemanînê ya berî cihanîna boykotan bo Îranê, bûye bingeh û esas.
Endamên OPED`ê, 30`ê Mijdarê li 171`mîn civîna xwe li Viyenê li hev kirin bo mideha 6 mehan ji destpêka sala 2017`an ve, rojê milyonek û 200 hezar bermîl ji berhemanîna xwe kêm bikin û sercem wê bighînin rojê 32 milyon û 500 hezar bermîlî.
Îran tenê welat e ku ne tenê berhemanîna wê li 6 mehên destpêka salê kêm nabe belkî dikare berhemanîna nifta xwe heya 90 hezar bermîlî jî jorda bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)