ÎranNûçeRojhilatanavin

Waizî: Siyaseta Îranfobiyê ya Amerîkayê pûç bû

Serokê baroya serokomariya Îranê got: Siyaseta tirsandina ji Îran ya ku Amerîkayê bi rê xistiye bi tenê ji bo vê hedefê ye ku ev welata xwe çek û sîlahên zêdetir bifiroşe welatên navçê û Rejîma siyonîstî ser wan welatan bi deshilat bike.

Serokê baroya serokomariya Îranê Mehmûd Waizî duh li gotûbêja bi IRNAre got: Xelkê navçê baş dizanin ku dilmayî û dijberiyên navbera welatên navçê bi tenê ji riya gotûbêja bi hev re û bi cînaran re çareser dibin û welatên din ku ji hezaran kîlometran dûrtir hatine rojavaya Asyayê bi tenê dixebitin ku dijberî û neyariyê têxin navbera welatên navçê û bi vî awayî berjiwendiyên xwe yên nerewa bişopînin.

Waizî rexne li hin welatên ewropî girt ku tometa piştgiriya Îranê ji terorîzmê lê girê didin û got: Ewropa divê ji bîr neke ku Îranê li dijî terorîsma DAIŞê li Iraq û Sûriyê şer kir.

Serokê baroya serokomariya Îranê got: Ewropa bûye sitargeha terorîstan û li 40 salên borî Ewropayê her alîkarî û piştgiriyek daye terorîstan û riya hewldanên wan bona kiryarên terorîstî di nav Îranê de serast kiriye.

Waizî li bara Mekanîzma malî ya Îran û Ewropayê ya bi navê SPV got: Pişt guh avêtina vê meselê û sistiya li vî warî ti hegereke xwe tine û Îran hêvîdar e ku Ewropa ji bo piştgiriya ji Peymana Navokî û dijberiye li hemberî boykotên Amerîkayê gavên pratîk bavêje û soz û qirarên xwe li gor vê peymanê cih bîne.

Waizî herwiha got: Niha navbera Îranê û welatên wek Çîn û Hindustanê û cînarên wê pêwendî û hevkariyên siyasî û aborî yên zav hene û Tehran li benda biryara ewropiyan namîne.

Başa dön tuşu