Wajokirina 10 hevhatinnameyên hevakriyê navbera Îran û Almanyayê
10 Hevhatinnameyên hevkariyê navbera Komara Îslamî ya Îran û Almanyayê li warên curbicur li Têhranê hatin wajokirin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, li pêncemîn civîna komsîyona hevpar a hevkariyên Îran û Almanyayê ku roja duşemiyê bi beşdariya wezîrê aboriyê yê Îarnê û wezîrê aborî û enerjiyê yê Almanyayê li Têhranê hat lidraxistin her du alîyan 5 hevhatinname îmze kirin .
Hevhatinnameyên hevkariyê navbera Îran û Almanyayê li warên sermayedanîna aborî-bankî, raberkirina xizmetên teknîkî û hîndekariya bankî, pêşe û ticaretê, nift û gaz û enerjî, guhestina zirûf û şiyanên teknîkî û zanistî, berhemanîna kelûmelan li pêşeya nift û gaz û pêtroşîmiyê û kêşana boriya avê û karên din ên pêşeyî wajo kirin.
Her wiha 5 peymanên hevkariyê navbera şîrketa Speryal û koma SMS a Almanyayê, Monenko û şîrketa Mîtsobîşî Hîtaçî, şîrketa Kilêr a Almanyayê tev şîrketên îranî yên Kelpîça Îsfehanê û kelpîça maşînî ya Tewekulî û şîrketa acurmaşîna Hadiyan hat wajokirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)