AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Wajokirina 10 hevhatinnameyên hevakriyê navbera Îran û Almanyayê

10 Hevhatinnameyên hevkariyê navbera Komara Îslamî ya Îran û Almanyayê li warên curbicur li Têhranê hatin wajokirin.

Li gorî rapora IRIB Newsê,  li pêncemîn  civîna  komsîyona  hevpar a hevkariyên  Îran û Almanyayê ku roja duşemiyê bi beşdariya  wezîrê aboriyê yê Îarnê û wezîrê aborî û enerjiyê yê Almanyayê li Têhranê hat lidraxistin her du alîyan 5 hevhatinname îmze kirin .

Hevhatinnameyên hevkariyê navbera Îran û Almanyayê li warên sermayedanîna  aborî-bankî, raberkirina xizmetên  teknîkî û hîndekariya bankî, pêşe û ticaretê, nift û gaz û enerjî, guhestina zirûf û şiyanên teknîkî û zanistî, berhemanîna kelûmelan li pêşeya nift û gaz û pêtroşîmiyê û kêşana  boriya avê û  karên din ên pêşeyî wajo kirin.

Her wiha 5 peymanên  hevkariyê navbera şîrketa Speryal û koma SMS a Almanyayê, Monenko û şîrketa  Mîtsobîşî Hîtaçî, şîrketa  Kilêr a Almanyayê tev şîrketên îranî yên Kelpîça Îsfehanê û kelpîça maşînî ya Tewekulî û şîrketa  acurmaşîna Hadiyan hat wajokirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu