ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Dewama êrişên Erebistanê ser malên xelkê sivîl li Yemenê

Firokên şerî yên Erebistanê li dewama êrişên xwe yên hewayî ser Yemenê malên xelkê sivîl û jêravahiyên din ên vî welatî bombebaran kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a El-Mesîre ya Yemenê, firokên şerî yên Erebistanê pêncşemê şev navenda madên şewitandinê li navça Nesrîn li Seidê li bakûra Yemenê bombebaran kirin.

Herwisa firokên şerî yên Erebistanê medreseyeke fennî li bajarê El-Zahêr li başûra parêzgeha El-Bêyzayê li navenda Yemenê dan ber bombeyan.

Yekîneyên mûşekî yên artêşa Yemenê jî pêncşemê bona bersivdana li hemberî van destdirêjiyên Erebistanê, pêgehên eskerî yên Erebistanê yên ser navê El-Mûsûm, Seqan û El-Sedîs li bajarê Necranê li başûra Erebistanê xistine dan ber rokêtan.

Hatiye ragihandin ku li van êrişan erebeyeke zirêxpûş a Erebistanê hat şewitandin û eskerên erebistanî yên navda jî şewitîne.

Herwisa qenasên artêşa Yemenê pêncşemê 3 eskerên Erebistanê li navça Cîzanê û Esîrê li başûra Erebistanê kuştin.

Birek ji kirêgirtiyên Erebistanê jî li navça El-Seyîd li parêzgeha Teizê li başûra rojavaya Yemenê bi destê artêş û hêzên gelanî yên Yemenê hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu