Wajokirina belgeya vêzariya ji Îsraîlê li Iraqê
Komên berxwedana Îslamî ya Iraqê bona dijberiya li hember normalkirina peywendiyên hin welatên erebî bi Rejîma Siyonîstî re, belga vêzariya ji Îsraîlê wajo kirin.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRNA`yê, piştî eşkerebûna peywedniyên din dewletên erebî bona normalkirina peywendiyan bi Rejîma Siyonîstî re, fermandeyên komên berxwedana Îslamî ya Iraqê, li daxûyaniyeke hevpar bi navê vêzariya ji Îsraîlê her cure peywendiya bi Rejîma Siyonîstî re li gor qanûna Iraqê weke sûç dane zanîn.
Fermandeyên komên berxwedana Îslamî yên Iraqê di vê belgeyê de bal kişandin ser vê yekê ku Emerîka bi heceta normalkirina peywendiyan bi Rejîma Siyonîstî re li dû sîxoriya li Iraqê ye û destnîşan kir: Her cure hevkarî û peywedniya bi Rejîma Siyonîstî re wek xeyaneta li Iraqê ye.
Komên berwedana Îslamî yên Iraqê bal kişandin ser vê yekê ku gel, dewlet û basikên siyasî yên Iraqê dijberê her cure normalkirina peywedniyan bi Rejîma Siyonîstî re ne û destnîşan kirin: Kesên ku li dû normalkirina peywendiyan bi Rejîma Siyonîstî re ne divê dûhatên qanûnî, olî û gelanî yên wê jî qebûl bikin.
Ebû Mehdî El-Muhendis, cîgirê teşkîlata Heşda Şebî, Hadî Amêrî, sekreterê Rêxistina Bedrê û serokê firaksiyona mezina Fathê, şêx Qêys Xezelî, sekreterê giştî yê Esaibê Ehlê Heq, şêx Ekrem Kebî, sekreterê tevgera Nucebayê ev belgeya îmze kirine.
Verşo paytexta Polandê, 13 û 14 sibatê, mazûvanê Emerîka û hevpeymanên vî welatî bû ku bi mijara aşitiya li Rojhilata Navînê dewreke teze ji zext û zoran û piştguhirina mijara Filisînê destpê bikin.
Pêştir jî piraniya kesayetî û rayedarên iraqî hewldanên Telavîvê bona normalkirina peywendiyan şermezar kiribûn û teqez kiribûn ku normalkirina peywendiyên dewlet û civaka Iraqê bi Rejîma Siyonîstî re, xewnek e ku dê tu carî cih neyê.