ÎranNûçeRojhilatanavin

Wajokirina hevhatinnama hevkariyê navbera Îran û Çînê

Reşnivîsa hevhatinê ya rêzikên tekmîlî yên rawestana li ber guherînên av û hewayê di navbera Îran û Çînê de hat wajokirin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, ev  reşnivîsa  hevhatinê  roja pênşemiyê ji aliyê Elî Esxer Xacî balyozê Îranê li Çînê û Şiyê Cî rêveberê giştî yê dêpartmana  guherînên  coxrafiyayî ya komîsyona  neteweyî ya berfirehkirin û reformên Çînê hat wajokirin.

Balyozê Îranê li Çînê li vê hevdîtinê li Pikenê bal kişand ser viyana her du welatan  jibo xurtkirin û berfirehkirina hevkariyan li hemî waran û destnîşan kir: Nirxandineke  erênî  li bara pêşeroja peywendiyên  Îran û Çînê li beşên  curbicur  ji wan navçeyî û navneteweyî heye.

Şiyê Cî jî bal kişand ser sefera Şî Cîn Pîng serokkomarê Çînê bo Îranê di sala  2016`an de , ev sefera weke xala weçerxanê li berfirehkirina hevkaiyên her du welatan nirxand (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu