Reşnivîsa hevhatinê ya rêzikên tekmîlî yên rawestana li ber guherînên av û hewayê di navbera Îran û Çînê de hat wajokirin.
Li gorî rapora IRNA`yê, ev reşnivîsa hevhatinê roja pênşemiyê ji aliyê Elî Esxer Xacî balyozê Îranê li Çînê û Şiyê Cî rêveberê giştî yê dêpartmana guherînên coxrafiyayî ya komîsyona neteweyî ya berfirehkirin û reformên Çînê hat wajokirin.
Balyozê Îranê li Çînê li vê hevdîtinê li Pikenê bal kişand ser viyana her du welatan jibo xurtkirin û berfirehkirina hevkariyan li hemî waran û destnîşan kir: Nirxandineke erênî li bara pêşeroja peywendiyên Îran û Çînê li beşên curbicur ji wan navçeyî û navneteweyî heye.
Şiyê Cî jî bal kişand ser sefera Şî Cîn Pîng serokkomarê Çînê bo Îranê di sala 2016`an de , ev sefera weke xala weçerxanê li berfirehkirina hevkaiyên her du welatan nirxand (BANGÊ ÎSLÂMİ).