Wezîrên berevaniyê yên Îran Pakistanê roja çarşemiyê li Têhranê, hevhatinama hevkariyê wajo kirin.
Emîrê sertîp Emîr Hatemî, Wezîrê berevaniyê yê Îranê piştî wajokirina vê hevahtinnamê nav koma nûçegîhan, bal kişand ser vê yekê ku piraniya pisrgirêkên îro yên navçê encama siyasetên şaşa ên qawetên dervey navçê ne û got: Welatên navçê ji bo çareseriya vê meselê, neçar in hevkariyên xwe berfireh bikin.
Wezîrê berevaniyê yê Îranê her wiha bal kişand ser peywendiyên baş navbera Têhran û Îslamabadê û got: Hevakriyên berevaniyê û eskeriyê yên her duwelatan alîkariya aramî û wlehiya navçê dike û ev hevhatinnameya nîşana viyana Îran û Pakistanê ji bo berfirehkirina pewyendiyên li warê berevaniyê ye.
Sertîp Hatemî bal kişand ser komîsyona hevpar a Wezareta berevaniyê ya Îran û wezareta berevaniyê ya Pakistanê û ser çalaktirbûna vê komîsyonê teqez kir.
Rana Tenwîr Huseyn, wezîrê berevanîyê yê Pakistanê jî piştî wajokirina vê hevhatinnameyê, bal kişand ser vê yekê ku xalên hevpar ên olî û çandî yên zav navbera her du welatan hene û diyar kir: Pakistan, pir hez dike hevkariyên xwe bi Îranê re berfireh bike.
Wî tevî vexwendina wezîrê berevaniyê yê Îranê bo sefera Pakistanê, hêvî kir: Nearamiyên heyî li hin welatên navçê werin çareserkirin.
Rana Tenwîr Huseyn, ser deweta fermî a wezîrê berevaniyê yê Hêzên Çekdar ên Îranê roja duşemiyê bi taximeke pilebilind re gihêşt Têhranê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)