FilistînNûçeRojhilatanavin

Hişyarîdayîna Çavdêrîya Mafên Mirovan bo Rêjîma Siyonîst li pey siyaseta `Gullereşandina bi merema kuştina

Saziya Çavdêra Mafên Mirovan bi ragihandina viya ku hinek ji rayedarên Rêjîma Siyonîst bi qesd filsitîniyên gumanbar bo opêrasiyonên şehadetxwaziyê han didin, li bara siyaseta Israîlê ya `Gullereşandina ji bo kuştinê` hişyarî da.

Li gorî Fars News`ê, Saziya Çavdêra Mafên Mirovan li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li bara bikaranîna zêde ya `Hêza mirnbar` ji bo serkutkirina filsitîniyan hişyarî da. Nûnerê Saziya Çavdêra Mafên Mirovan got ku Israîl bi riya `Qanûnên fîlmên rojavayî` nayê birêvebirin ku bixwaze siyasetên visa tund bigire ber xwe.

Vî rayedarê NY tevî şermezarkirina siyaseta Israîlê li warê `Gullereşadina ji bo kuştinê`, got: Hin rayedarên bilind ên israîlî eşkere pişûta vê siyasetê digirin da ku bi qest filistîniyên ku gumanbarê opêrasiyonên şehadetxwaziyê ne, şehîd bikin.

Îdama xiyavanî ya filsitîniyan di pêvajoya Întifazeya Qudsê her wiha întifazeyên yekem û duyem hertim ji aliyê siyonîstan va zêde bûye; Lê hertim ji salên destpêka dagirkirina Filsitînê hebûye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu