NûçeRojhilatanavinSûriye

Armanca şerê Efrîn ê, rûxandin û hilweşandina bajêr e

Derbarê derketina şerê di navbera çeteyên girêday dewleta Tirk li nav Efrîn ê, Endamê Meclîsa Sûriye ya Demokrat Zuhat Kobanî di heyama daxuyaniyeke taybet de ji PUKmedia`yê re ragihand; Ji ber ku çete ne xwediyên desthilatê ne, dê her demê şer di navbera hevdu bikin,lê xemgîniya xwe ji bo nûştecihên Efrîn ê ku rastî şerê çeteyan tên nîşan da.

Destnîşan hate kirin ku şer hin di navbera çeteyan de didom e, û desrketina derve li ser welatiyan hatiye qedexekirin, û hat zanîn ku bi dehan ji çeteyan di 2`rojên dawî hatine kuştin ji ber ku şer bi çekên giran rû dide.

Her weha jî endamê serkirdeytiya Partiya Çep yê Kurd li Sûriyê Fethulla Huseynî jî, di wê barê de, ji PUKmedia`yê re ragihand: Şerê ku niha li nav bajarê Efrîn ê derketiye, bi armanca rûxandin û hilweşandin ê ye, ji ber ku çete ne xwediyên esas û bingehîn yê bajarê Efrînê ne, ji aliyeke din ve jî dewleta Tirkiyê dixwaze ku wan ji nav xwe derbixîne û bi tenê xwedî desthiltdariyê li Efrîn ê be.

Başa dön tuşu