İslami Davet Kurdi Bange İslami

Walîyê Dîyalê qedrê Îranê girt

Musena Elî Temîmî parêzgarê Dîyaleya Iraqê şeva buhurî li hevdîtina tev Esedulah Razanî walîyê Kirmanşanê li bajarê Kirmanşanê qedrê Komara Islamî ya Îranê ji ber alîkarîyên raberkirî girt û got ku Piştî têkçûna Sedam, peywendîyên Îran û Iraqê ber bi başbûnê va çûn heta astekê ku niha ev du welatana hevgirtîyên rastî li deverê ne û Îranê di van salên dawîyê da gellek alîkarî jibo şerê dijî têrorîsmê li Iraqê raber kirine.

Parêzgarê Dîyaleya Iraqê herviha hêvî kir, di encama xwîna ku di rêka şerê dijî têrorîsmê nemaze DAIŞ`ê da hatine rijandinê, Iraq ji lepên têrorîstan tam bê azadkirin.

Elî Temîmî herviha xwest ku hevkarîyên dualî yên ligel parêzgeha Kirmanşanê bidomin û got: Vê parêzgehê di warên curbicur da potansîyel û taybetmendîyên bêmînak hene.

Musena Elî Temîmî parêzgarê Dîyaleya Iraqê serdana Kirmanşanê kirîye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version