NûçeRojhilatanavinSûriye

Waliyê Hûmsê: Zirareke mezin tuneye û morale me baş e

Waliyê Hûmsê Talal el Barazî di axaftina xwe de derbarê êrişa Amerîkayê de agahî dan û ragihand ku di encama êrişê de zirareke mezin li baregeha Şayratê çênebûye.

Waliyê Hûmsê Talal el Barazî di axaftina xwe ya Russia Todayê (RT) de got: “Niha ez li baregeha Şayratê me. Zirara aborî çêbû, lê morale me baş e. Artêşa Sûriyeyê ji bo şer amade ye.”

Talal el Barazî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Êrişa moşekî wê bandoreke neyînî li hewldana artêşa Sûriyeyê ya tekoşîna dijterorê neke. Berovajî wê artêşa Sûriyeyê ji bo tekoşîna dijterorê şerê milîtanan dike û niha milîtan ber bi rojhilat ve direvin.”

Barazî di dirêjiya axaftina xwe de got: “Di encama êrişê de 5 leşker û 2 sivîlan bi tevahî 7 kesan jiyana xwe ji dest da. Herdu sivîl ji gundekî dora Şayratê bûn.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu