IraqNûçeRojhilatanavin

Walîyê Kerkûkê ragihand ku aramî û ewlehî vegeriyaye bajarê Kerkûkê.

Necmedîn Kerîm waliyê Kerkûkê ragihand ku rewşa ewlehiyê li Kerkûkê piştî kuştina bi dehan terorîstên DAIŞ`ê biewleh û aram bûye.

Tê gotin ku herî kêm 60 terorîst li Kerkûkê li encama pevçûnên duh tev artêşa Iraqê hatin kuştin û nêzîkî 150 kes jî birîndar bûn.

Di eynî demê de Elî Mûsa Yadigar serokê kumîteya  ewlehiyê ya Kerkûkê li bara hewldana  Emerîkayê jibo guhestina hewayî ya 170 teroîstan bo Kerkûkê agahî da.

Operasyona  artêşa Iraqê jibo azadkirina navçên  rojhilata  Mûsilê li parêzgeha  Neynewayê jî destpê bûye.

Erkantiya fermandehiya operasyona  hevpar a artêşa Iraqê li daxûyaniyekê ragihand ku hêzên iraqî agir berdane bîrên niftê û teşkîlata  gazoîlê li başûrê Mûsilê. Rêxistina rawestana li ber terorîzma Iraqê jî li bara  teqîna çend trimbêlên bombekirî yên DAIŞê li navça  El-Xezanê li rojhilata bajarê Mûsilê agahî da.

Terorîstên DAIŞ`ê piştî serketinên çend rojên buhurî yên artêşa Iraqê li Mûsilê, operasyona xirabkarane li vî welatî zêde kirine.

Operasyona  azadkirina  bajarê Mûsilê li parêzgeha  Neynewayê ji destê DAIŞ`ê ji 17 Cotmehê destpê bûye.

Li vê operasyonê heya niha  zêde ji 500 km 2 ji vê parêzgeha  bakurê Iraqê  ketiye bin kontrola  hêzên iraqî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu