AsyaCîhanEfrîqaEwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Warê mirina koçberan: Behra Sipî

Li gor rapora Rêxistina Koçberan ya Navdewletî, sînorên Awrûpayê yên Behra Sipî ji bo koçberan ciyên herî xeter yên mirinê ne.

Li gor rêjeyên Neteweyên Hevgirtî yên sala 2017an, koçberên ku dixwestin herin Ewrûpayê û nikaribûn xwe bigihînin Ewrûpayê û di rê de mirin, hêjmara wan 5 hezar û 80 ye.

Rêxistina Koçberan ya Navdewletî (IOM) ku navenda wê li Îsvîçre ye, li gor rapora ku daye; koçberên ya di behrê de fetisîne an di dema ku di bejayiyê de çûne û ji bê aviyê mirine an jî hatine kuştin, rêjeya wan gelek zêde ye.

Li dora 3 hezar kes di dema xwestine di Behra Sipî de xwe bigihînin Ewrûpayê, jiyana xwe ji dest dane. Ji ber wê ye, sînorên Behra Sipî ji bo penaberan “ciyê herî xeter yê mirinê” ye.

Bi salaye ku Behra Sipî weha ye. Li gor rapora IMO yê; ji meha yekê ya sala 2000 î heya 30 yê hezîrana 2017an, kesên ku xwestine xwe bigihînin Ewrûpayê, ji wan 33 hezar û 800 kes mirine.

Ji serê sala îsal heya niha li Afrîka Bakûr 470 penaber mirine. Li welatên başûrê Sehrayê ev jimar li dora 390 kesiye. Kesên ku ji Meksikayê xwestine herin Amerîkayê, ji wan 330 kes mirine. Li ser axa Ewrûpayê jî 84 kes mirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu