AborîCîhanNûçeRojhilatanavin

Warîlê nefta brent bi 68,62 dolarî ye

Warîlê nefta brent li piyaseyên navneteweyî bi 68,62 dolarî tê firotan. 

Warîlê nefta brent roja înê nava rojê derket 69,31 dolarî û dû ra bi 69,27 va roj temam kir. Warîlê nefta brent îro serê sibê jî ji saet 09.07an pê va ji sedî 0,93 şikest û bû 68,62 dolarî. Di heman demê da warîlê nefta xav a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 58,26 dolarî hat firotin.

Rageşiya bazirganiyê ku di navbera Amerîka û Çînê da her ku diçe germ dibe, tesîreke nerênî li teleba neftê ya kurewî dike.

Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 67,41 û 67,56 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 67,11 û 67,26 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.

Başa dön tuşu