NûçeRojhilatanavinSûriye

Balafirên cengê yên Rêjîma Sîyonîst êrişî Şamê kirin

Balafirên cengê yên Rêjîma Sîyonîst vê sibê êrişî Şam paytexta Sûrîyê kirin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya Sûrîyê (SANA), bi dû vê êrişê dengê çend teqînên giran li Şamê hat bihîstinê.

SANA`yê herwiha ragihand: Artêşa Sûrîyê bi mûşekan li hemberî wê êrişa balafirên cengê yên Rêjîma Sîyonîst sekinîye.

Li gorî vê raporê, Sîstema Berevanîya Hewayî ya Artêşa Sûrîyê jî çend mûşekên Rêjîma Sîyonîst şopandin û têk birin.

Li gorî rapora hin çavkanîyan, êrişa vê sibê ya balafirên cengê yên Rêjîma Sîyonîst ji axa Libnanê va pêk hatîye.

Mêdyayên sûrî ragihandin ku dengê 6 teqînên bidûhev li navça Cebel Şêx li Golana dagirbûyî ya Sûrîyê hat bihîstinê.

Başa dön tuşu