ÎranNûçeRojhilatanavin

General Şikarçî: Mûşek yek ji emrazên herî bingehîn ên iqtidara berevanîya Îranê ye

Berdevkê payebilind ê hêzên çekdar ên Îranê, general Ebulfezl Şêkarçî îro bi gotina vê yekê ku şîyana mûşekî ya Îranê şîyanke pêşîlêgir e, ragihand: Amerîka hertim çek û rextên xwe di warê zorbêjî û dagirkerîyê de bi kar tîne.

Berdevkê payebilind ê hêzên çekdar ên Îranê pêgirî li ser amadebûna hêzên çekdar ên îranê ji bo sekinîna li hemberî her cure gefekê kir û got: Heta dema ku dijmin karekî şaş neke, Îran dê mûşekan bi kar neyne.

Wî herwiha got: Şerê aborî rêbaza herî dawîyê ya dijminan li dijî Îranê ye ku mêdyayan ji bo bidestxistina armancan di vî şerî de jî bi kar tînin.

General Şikarçî pêgirî kir: Berpirs û gelê Îranê bi plankarî û hişyarîyê wê di şerê aborî yê li hemberî dijminan ser bikevin.

Berdevkê payebilind ê hêzên çekdar ên Îranê derbarê alîkarîya misteşarî ya Îranê bo welatên herêmê jî got: Komara Islamî ya Îranê li gorî daxwaza dewleta qanûnî ya wan welatana alîkarîya misteşarî raber wan dike.

Başa dön tuşu