AborîCîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Warîlê neftê 64,10 dolarê

Warîlê nefta brent li piyaseyên navneteweyî bi 64,10 dolarî tê firotan.

Warîlê nefta brent roja înê nava rojê derket 64,33 dolarî û dû ra bi 63,91 va roj temam kir. Warîlê nefta brent îro serê sibê jî ji saet 09.25an pê va ji sedî 0,29 rabû û bû 64,10 dolarî. Di heman demê da warîlê nefta xav a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 54,19 dolarî hat firotin.

Bendewariya dirêjkirina maweyê rêkeftina kêmkirina hilberîna neftê ya di navbera Rêxistina Welatên Neftê Îxrac Dikin (OPEC) û hin welatên derevayî OPECê da dike ku bihayê neftê berê xwe bide ber bi jor.

Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 63,26 û 63,47 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 63,68 û 63,89 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.

Başa dön tuşu