ÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqçî: Divê em Amerîkayê neçar bikin erkên xwe cih bîne

Serokê navenda şopandina cihanîna rêketinama navokî ya Îranê got: Amerîkî tu wexta bi nêta xêrê kar nakin û divê em vê yekê ser wan da bisepînin ku erkên xwe cih bînin.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB News`ê, Seyîdebas Iraqçî, serokê navenda şopandina cihanîna rêketinama navokî ya Îranê şeva buhurî wekî berteka li hemberî gotinên Can Kêrî wezîrê karên derve yê Amerîkayê got: Sîyasetên Îranê yên navçê têkilîya xwe bi rêketinama navokî ra tinene.

Wî herviha got: Amerîkî vê yekê baş dizanin û gotinên Can Kêrî tenê hecetek jibo xwevedizîna Amerîkayê ji cihanîna sozên Waşîngtonê di çaçrova rêketinama navokî da ne.

Iraqçî li bara idiaya Can Kêrî ya bandora helwestên Îranê li bara Sûrîye û Hizbulahê bandorê li rêketinama navokî dikin, got: Wan di muzakireyan da pejirandin ku li ser rêka cihanîna rêketinama navokî astengîyan dernexin û divê girêdaîyê sozên xwe yên têkildarî rêketinamê bin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu