ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşkir Ceferî: Inqilaba Îslamî li rawestana li ber gefan bi ser ketiye

Fermandê giştî yê sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê got ku Inqilaba Îslamî li hemî warên rawestana li ber gefên eskerî, ewlehî û siyasî bi ser ketiye.

 li gorî rapora IRNA`yê,  serdar serleşkerê pasdar Muhemed Elî Ceferî fermandê giştî yê sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê roja pênşemiyê li mehrîcana  Malik Eşterê li Têhranê got ku Inqilaba Îslamî ya Îranê bi îzet, zindî û çalak e û ber bi armancên pilind ve diçe.

Serdar serleşkir Pasdar Muhemed Elî Ceferî bal kişand ser vê yekê ku  bingeha Inqilaba Îslamî berevaniya ji misilmanan û mezlûman  e û destnîşan kir  ku Inqilaba Îslamî li Lubnan, Sûriye û yemenê li dû piştgiriya ji gelê mezlûm û  li dijî zordariyê ye .

Serleşkir  Ceferî destnîşan kir sipahê pasdaran li dû rawestana li ber hin gef û talûkan e ku gefê li inqilabê dixwen û roleke  kêrhatî û biçarenivîs li rawestana li ber gefan heye.

Wî her wiha da zanînê ku heya niha hemî gefên li dijî Inqilaba Îslamî bûne wek derfetekê  ji wan  encama  şerê sepandî ya dijmin belavkirina  armancên Inqilaba Îslamî bo navçê û derve bû.

Fermandê giştî yê sipahê her wiha li kêleka  vê merasimê li gotûbêja  tev nûçegihanan bal kişand ser vê yekê ku Îranê hizûra eskerî li operasyona  azadkirina Mûsilê li Iraqê tine û got hêzên gelanî yên Iraqê ewqas bihêz in ku hevcedarê hêzên îranî nînin .

Serleşkir Muhemed Elî Ceferî tekez kir ku bereya  berxwedanê li navçê heman bereya inqilaba  Îslamî ye ji ber ku  ciwanên  inqilabî berevaniya ji inqilaba Îslamî berevaniya ji berxwedana  Îslamî dizanin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu