CîhanEwropaNûçe

Ûkrayna heta demeke dirêj nikare bibe endamê NATOyê

General Ali Er ragihand ji ber ku barê aborî yê NATOyê li ser Amerîkayê zêdeye niha teahûdên xwe dixe jepirsînê. Herwiha Yekîtiya Ewropayê jî budçeya xwe ya parastinê kêm dike û hem di nava artêşa Ûkraynayê de û hem jî di çekan de bandora Rûsyayê heye.

Ji aliyê din ve li gorî rojnameya Izvestiyaya rûsî ku dispêre çavkaniyekî leşkerî yê NATOyê, ji ber ku di navbera endaman de yekgirtîbûn tuneye niha endambûna Ûkrayna ya NATOyê ne di rojevê de ye. di qebûlkirina Ûkraynayê de hê jî nêrînên cuda hene.

General Ali Er ku salên dirêj di nava NATOyê de wezîfe kir û paşî teqawutbû ragihand ku Ûkrayna bi endambûna xwe ya NATOyê ji fêdê zêdetir wê barekî giran bi xwe re bîne, lewma ev jî dubendî xistiye nava NATOyê. Ûkrayna hem ji leşkerî û hem jî hêla çekî ve hê jî di bin bandora Rûsyayê de ye, herwiha Binyata wê civakî jî di navbera Rûsya û rojava de diçe û tê. Pirsgirêka budçe ya Amerîka û dewletên endamên Yekîtiya Ewropa û NATOyê endambûna Ûkrayna ya tifaqê zahmet dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu