ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşker Xulamhusêyn Xêybperwer: Îmam Xumêynî (RE) mînaka hişyariya umeta islamî û rawestana li hemberî dijmin e

Serokê Rêxistina Besîca Mistezefan a Îranê got: Rola Îmam Xumêynî (RE) li pêkanîna hevgirtin, hişyariya umeta îslamî û rawestana li hemberî dijmin berbiçav e û heke biryar be ku mînakek di sedsalên dawîyê di vî warî da were danasîn, Îmam Xumêynî (RE) ji pêşengan e.

Sibe anku Duşemiyê Roja çardehê meha Xordada sala 1397an a Koça Tavî beranebrî çarê Hezîrana 2018an, destpêka sîyeîn salvegera rêhleta hezretê îmam Xumêynî (RE), xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê, ye.

Serokê Rêxistina Besîca Mistezefan a Îranê, Serdar Xulamhusêyn Xêybperwer roja Yekşemiyê li nav koma xebatkar û berpirsên lidarxistina Salvegera rehleta hezretê Îmam mXumêynî (RE) got: Wî piştî çend sed salên li pey hev rêderketina ku li îslamê pêk hatibû, ji nav bir.

Serdar Xulamhusêyn Xêybperwer her wiah got: Dijmin ji roja destpêkê va bi tevahiya hêz û derfetên xwe li hemberî Înqilaba îslamî sekinîn, ji ber ku pê hesiyabûn ku ev înqilab dê li diojî armancên wan ên koledariyê be.

Serdar Xulamhusêyn Xêybperwer, Serokê Rêxistina Besîca Mistezefan a Îranê bal kişande ser kînajotina dijminan derheqê Înqilaba Îslamî û got: Êrîş û plamara dijminan li hemî waran da zêde dibe û amerîkîyan jî eniyek bi alîkariya Rêjîma Siyonîst û Munafiqîn li dijî Înqilaba Îslamî vekirine.

Başa dön tuşu