CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Waşîngtonê têgiheştin û şiroveyeke rast têkildarî pêngavên berevanîyê yên Îranê tineye

Rojnameyeke amerîkî nivîsî ku Amerîka di şirovekirin û nirxandina liv û tevgerên têhranê de pêrgî şaşitîyê bûye û kiryarên Îranê yên ku welî gef hatine nasandinê, esaseke berevanîyê hene.

Rojnama Wall Street Juornalê îro ji zarê çend rayedarên dewleta Serokomarê Amerîkayê Donald Trump nivîsî: Agahîyên ku Waşîngtonê teze kom kirine, nîşan didin ku Têhranê bi hegera hesta gefa Waşîngtonê dest bi amadekarîya jibo êrişên beranber û bersivdanê kirîye.

Di vî hal îda hin rayedarên amerîkî gotine ku Trump ji rawêjkarên pillebilind ên xwe ji wan Sergêrê Wezareta Berevanîyê re gotîye ku ew naxwaze bi Îranê re şêrr bike lê, hin kesên nasyar digel vê mijarê gotin ku nakokîyeke giran nav dewleta Trump têkildarî wateya lêzanînê derbarê amadebûna leşkerî ya Îranê û hêzên di bin banê piştgirîya Têhranê de heye.

Hin rayedarên dewleta Trump idia kirine ku ew agahî û lêzanîn nîşan didin ku Îran plankarîya destpêkirina êrişê dike yan jî di halê plankarîyê de bûye û ev yeka bûye sebeb ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo seredana Iraqê bike.

Başa dön tuşu