AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Îran dikare şirîkeke girîng a ticarî ji bo Almanê be

Wezîrê karên derve yê Îranê tevî pêgiriya li ser viya ku wê ti kes ji hevkariyên aborî yên Îran û Almanê zirarê nebîne, got: Îran wekî welatekî pêşketî dikare şirîkeke girîng a aborî, ticarî û siyasî ji bo Alm,anê li navçeyê be.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Islamî nasyar bi IRNA`yê, wezîrê karên derve yê Îranê, Mihemedcewad Zerîf êvara çarşemiyê, 15`ê Hezîrana 2016`an, li hevdîtina ligel wezîrê karên derve yê Almanê, Frank Waltir Ştayn Mayêr, li Bêrlîna paytexta wî welatî li koma nûçegihanan, peywendiyên navbera Îran û Almanê xurt û dîrokî wesifand û her viha got: Hebûna şirketên almanî û enstîtûyên malî û bankî yên vî welatî li Îranê û hevkariyên aborî di navbera Îran û Almanêhim him li ser xêr û qazanca du welatan û him jî li ser xêr û aramiya li navçe û cîhanê ye.

Zerîf bi gotina viya ku Îran û Alman li warên cûrbicûr da ji bo parastina aştî û ewlehiyê li navçeyê xwedan nêrîn û helwêstên nêzikî hev in, destnîşan kir: Rêkarên leşkerî tenê beşek ji şerê li dijî zêdegavî û têrorîsmê ne û hewcetî bi rêkareke giştalî ku çand, abor û karên civakî digire ber, vegerandina kesên ku his dikin li nav civakê hatine dûrxistin her viha girtina pêşiya destê kesên tundrê û zêdegav bo çavbkaniyên malî û çekdarî heye.

Wezîrê karên derve yê Almanê jî li vê hevpeyivîna ligel nûçegihanan bal kişande ser dîroka baş û dirêj a peywendiyên Îran û Almanê û got: Alman dixwaze ku peywendiyên xurt ligel Îranê li hemî waran da pêk bîne.

Ştayn Mayêr her viha li bara guhertinên navçeya Rojhilata Navînê jî got: Alman û Îran her du jî xwedan helwêsteke erênî li bara parastina ewlehî û aramiyê her viha parastina yekparçetiya welatên Rojhilata Navînê bi taybet Iraq û Sûriyê ne.

Wezîrê karên derve yê Îranê berêvariya çarşemiyê bi mebesta gotûbêja ligel hevtayê xwe yê almanî li bara pêvajoya cihanîna lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar gihîşte Bêrlîna paytexta Almanê.

Hêjayî gotinê ye ku Zerîf li dawiya sefera xwe ya Ewropayê vegeriyaye Têhranê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu