AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê berevaniyê yê Çînê gihêşte Têhranê

Sipehbod Çang Wan Kiwang wezîrê berevaniyê yê Çînê ser vexwendina Serdar Sertîp Husên Dehqan wezîrê berevanî û piştevaniya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê hevrê digel taximeke derecebilind bona seredaneke sêrojî îro vê sibê gihêşte Têhranê.

Biryar e ku li hevdîtina Wezîrê berevaniyê yê Çînê ser deweta wezîrê berevanî û piştevaniya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê her du alî li bara peywendiyên dualî, navçeyî û navnetewî bi hevra gotûbêjê bikin.

Îran û Çîn du welatên bê la li gelek ji babetên wekî xebata dijî terorîzmê ne û nêhrînên xwe yên hevpar hene.

Hejayî gotinê ye ku peywendiyên aborî di navbera Îranê û Çînê jî berfire ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu