EwropaNûçe

Wê îro li hilbijartina serokomariya Amerîkayê, kî bi ser keve?

Amerîka, sîstimekî ser navê Elektral Kalec`ê jibo hilbijartina serokkomariyê, bi kar tîne ku di vê sîstimê de, li gorî nifûs û eyaletê, hejmarek dengên elektral, digihîje her eyaletê.

Li gorî qanûn û yasayên Amerîkayê, li hemberî her nûnerekî Kongireya Amerîkayê, dengeka Elekteral heye ku bi hesabkirina sê dengên elektral jibo Waşîngton Dîsî`yê, wê hejmara gişt dengên elekteral bibe 578 deng. Di encamê de her berendamek ku bikaribe zêde ji 270 dengên elekteral bi dest bêxe, wê li hilbijarinê bi ser keve.

Her eyalet li gorî nifûsa xwe, hejmarek dengên elekteran (herî zêde 3 dengan) bi dest dixîne ku ev dengane li gorî qanûnên taybetî wê eyaletê digihîjin berendamê serketî.

Li hemî eyaletan ji bilî Nêbraska û Mayn`ê (MAINE) ku dengên elekteral di wan de li gorî dengên her berendamekê têne parvekirin, hemî dengên elekteral ên eyaletê, wê bigihîjin serketiyê wê eyaletê. Ev cûreya parvekirina dengên elekteral dibe sedem ku hejmara dengan di asta neteweyî de, girîng nebin û deng li asta eyaletan de girîngtir bibin.

Hîlarî Klînton, bi palpiştiya bi eyaletên ku bi awayekî sunetî û kevn, Demokrat di wan de bi ser dikevin (eyaletên hêşin) li hember eyaletên ku Komarxwaz bi awayekî sunetî di wan de bi ser dikevin (eyaletên sor) li gorî rikberê xwe pêş da ye.

Di her halî de li ser dahatiyê tu texmîneka taybet nikare ku bêyî şaşitî be. Hin caran wekî dema hilbijartinan, gelek faktor, bandorê didanin ser encaman û dikarin ku encama hilbijartinan, heya li saetên herî dawîn de biguherînin. Wekî mînak, encamên lêpirsînan dikarin ji ber vê yekê ku alîgirên berendamekî taybet, dengên xwe vedişêrin, tam bêhitbar bin û yan jî piştrastbûna wan a ji serketina Klîntonê, bibe sedem neçin ser sîndoqên dengdayînê. Helbet para zêde ya karzanan di vê hilbijartinê de li ser vê bawerê ne ku meselên wiha di vê hilbijartinê de neqewimîne û encam wê her wekî lêpirsînan be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu