EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Talîbanê bi wesayîta bombebarkirî êrişî qereqolê kir: Kuştî û birîndar hene

Li gorî zanyariyên berdest li rojavayê bajarê Kabilê yê Afganistanê piştî teqîneke bi hêz teqîneke din jî çêbû. Piştî teqînê li herêmê dengê çekan tê bihîstin.

Li gorî zanyariyên berdest li rojavayê bajarê Kabilê yê Afganistanê piştî teqîneke bi hêz teqîneke din jî çêbû. Piştî teqînê li herêmê dengê çekan tê bihîstin.

Milîtanên rêxistina Talîbanê li Kabila Afganistanê li hemberî hedefên polês, leşker û îstîxbaratê êrişên bombeyî pêk anîn. Hêzên ewlehî ev êrişa Talîbanê serast kirin ku avahiya saziya îstîxbaratê rastî êrişê hatiye.

Herwiha li gorî daxuyaniya polêsekî Kabilê, piştî êrişa bi hêz a bombeyî li rojavayê Kabilê di navbera milîtan û hêzên ewlehî de şer û pevçûn derket.

Berpirsê ewlehî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: “Piştî ku li herêmê li nêzî dibistana perwerde ya leşkerî li hemberî qereqolekê bi wesayîta bombebarkirî teqîn çêbû êrişkarên ku êlekên bombeyî li ser wan bûn ketin nava qereqolê.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu