CîhanFilistînNûçeRojhilatanavin
Welatê Paragûay jî roja sêşemê Balyozxaneya xwe li Qûdsê vedike

Piştî Amerîka û Gûatemalayê welatê Paragûayê ku yek ji welatên Amerîkaya Latîn e roja sêşemê balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê bo Qûdsê veguhesîne. Derbarê mijarê de Wezîrê Karên Derve yê Paragûayê Eladio Loizaga ji radyoyeke re eşkere kir ku plan dikin k udi rojên beriya me de Balyozxaneya xwe li Qûdsê vekin. Li gorî daxuyaniya berdevkê hikûmeta Paragûayê jî Balyozxaneya li Qûdsê bi beşdarbûna Serokê Dewleta Paragûayê Horacio Cartes dê were vekirin.