İslami Davet Kurdi Bange İslami

Welatê serbixwe û nû yê Efrîqayê: Başûrê Sudanê

Ragihandina serxwebûna Başûrê Sudanê  jî bi awayekî fermî 9ê Tîrmeha 2011an li paytextê, Cubayê bi beşdarbûna gelek nûnerên welatan bi merasîmeke fermî pêk hat. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moom jî beşdarî merasîmê bû.

Sûdan û Başûrê Sudanê nîv qirnî şer kirin û piştî şerekî ewqas dirêj ê navxweyî herdu aliyan li hev kirin. 6ê Çileya 2005an nûnerên herdu aliyan peymana aşitiyê îmze kirin. Bi vê peymanê herêm him xweser bû him jî ji bo referandûma 2011an bingehek hat avakirin. Dewlemendê petrolê Başûrê Sudanê, di 9ê Çileya 2011an de referandûma serxwebûnê li dar xist û ji sindoqan ji sedî 98 dengê ‘Erê’ derket. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version