ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Welatîyên Kurd ên iraqî dikarin vîzeya Îranê ji Dayra Postê wergirin

Dayra Postê ya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand: Ligorî lihevkirina wê digel Serkonsolxana Îranê ya li Hewlêrê, welatîyên Kurd ên iraqî ji vir pê ve dikarin vîzeya Îranê ji Dayra Postê wergirin.

Rêvebirê Dayra Postê ya Herêma Kurdistana Iraqê Taha Mistefa îro got: Ji meha Gulanê ve vîzeya Îranê dê wekî rûpeleke cida ji Pasportê raberî welatîyên iraqî bê rakirinê.

Serkonsolxana Îranê li Hewlêrê herwiha hêsankarîyên taybet jibo geştyaran berçav girtine ta ku bikaribin bi xerceke guncav seredana navendên geştyarîya Îranê bikin.

Belaşbûna vîzeyê jibo welatîyên iraqî bûye sebeb ku hejmara rêwîyên iraqî yên seredana Îranê dikin, zêde bibe.

Başa dön tuşu