ÎranLubnanNûçeRojhilatanavin

Welayetî: Amerîka bi dû parvekirina Sûriyê ye

Elî Ekber Welayetî Mişêwirê Rêberê mezin ê Inqilaba îslamî ya Îranê li karûbarên navnetewî li hevdîtina îro înê ya xwe tev Nebî Birî serokê parlemana Lubnanê li bara peywendiyên navbera du welatan û alûgorên navçê gotûbêj kir.

Mişêwirê Rêberê mezin ê Inqilaba îslamî ya Îranê li karûbarên navnetewî paşê li Press konferansekê destnîşan kir; Amerîkî û Rejîma Siyonîstî bi dû xistina neyarî û duberekî nav gelê Sûriyê ye û bidû têkbirina bereya berxwedanê ye û niha jî gelek zextûzorê tîne ser Sûriyê

Elî Ekber Welayetî pêştir tev Seyd Hesen Nesrullah Sekretirê giştî yê Hizbullaha Lubnanê û Sed Herîrî serokwezîrê vî welatî jî hevdîtin pêk anîbû.

Welayetî bona pişkdariya li civîna Yeketiya cîhanî ya zanayên berxwedanê û gotûbêja tev karbidestên lubnanî roja pêncşemê çû Bêyrûtê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu