ÎranNûçeRojhilatanavin

Welayetî: Îran piştevaniya yekparçetiya axa Sûriyê dike û bila Tirkiye rêz û hurmeta sînorên navnetewî ragire

Mişêwirê rêberê mezine inqilabê li karûbarên navnetewî bal kişande ser viya ku bila Tirkiye rêz û hurmeta sînorên navnetewî ragire got: Bê şik Komara îslamî ya Îranê piştevaniya yekparçetiya axa Sûriyê dike û tu destdirêjiyekê qebûl nake.

Li gor raporaajansa nûçeyan a ISNAyê,Elî Ekber Welayetî li rêûresma rêzgirtina deheka Fecrê li Press konferansekê li bara hizûra Amerîka li nav Sûriyê û xebata Waşîngtonê bona parçekirina vî welatî got: Komara îslamî ya Îranê ji yekparçetiya axa Sûriyê piştevaniyê dike û herwisa destdirêjiya ser axa Sûriyê jî mehkûm dike.

Elî Ekber Wilayetî, şêwirmendê rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî, roja çarşemiyê li hevpeyvîna tev nûçegîhanan, li ser yekhelwêstbûna Amerîka, Tirkiye û Rejîma Siyonîst bona êrişa ser Sûriyê pêgîrî kir û got: Bêguman Îran pişta yekperçetiya axa Sûriyê digire û tu êrişekê ser axa Sûriyê qebûl nake.

Wilayetî got: Amerîkî dil hene axa Sûriyê perçe bikin û karên wê yên sereke jî cih anîne ta ku li rojhilata Firatê li navçeya kurdtêde, welatekî serbixwe pêk bînin û wê bi fermî nas bikin, lê ev hêviya wan wê serê xwe negire.

Şêwirmendê rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî, destnîşan kir: Para zêde ya xelkê Kurd ê Sûriyê, pêbendî yekperçetiya welatê xwe ne û wê nehêlin amerîkî bigihîjin armancên xwe yên şeytanî.

Başa dön tuşu