EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Welayetî: Îranê destwerdana rasterast li opêrasiyonên leşkerî li Iraqê tine

Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Civata Kivşkirna Xêr û Mesleheta Nizamam Îranê got: Amadebûna Îranê li opêrasiyonên Iraqê li warê misteşariyê ye.

Elî Ekber Welayetî serokê Navenda Lêkolînên Stratijîk a Civata Kivşkirna Xêr û Mesleheta Nizamam Îranê li kêleka hevdîtina digel serokwezîrê beê yê Swêdê û sergêrê taxima peywendiyên derve ya Yekîtiya Ewropayê li koma nûçegihanan li bersiva vê pirsê ku gelo Komara Îslamî ya Îranê bi nêzikbûna opêrasiyona rizgarkirina Mûsilê li Iraqê bi awayê rasterast beşdarî vê opêrasiyonê dibe an na, got: “Komara îslamî ya Îranê bi ti awayî li ti yek ji van pevçûnan li Iraqê û welatên din bi awayê rasterast destwerdanê nake“.

Welayetî her viha got: “Li opêrasiyona Mûsilê û opêrasiyonnê din li Iraqê an her welatekî din wek mînak li Sûriyê dewlet û gelê wan welatan li asta tecrubeyênn Komara Îslamî ya Îranê ji me daxwaza alîkariyên rawêjkariyê dikin ku em jî alîkariya wan dikin“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu