NûçeRojhilatanavinSûriye

Welîd Muelim: Amerîka derewan dike

Wezîrê Derve yê Sûriyê dibêje, Amerîka di mijara parastin û piştevanîkirina kurdan de derewan dike ji ber wê jî bila kurd aqil bin!

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim duh li Şamê piştî hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Venzuelayê Jorge Arreaza di civîneke rojnamevanî de ragihand, ku Amerîka di derbarê vekşandina hêzên xwe de ji Sûriyê ne rastgo ye û hebûna Hêzên Amerîka li Sûriye ne yasayî ye.

Muelim li ser rewşa kurdan jî got, li bakûrê rojhilatê Sûriyê ereb hene û hinek jî kurd hene. Em bihêvî ne, ev welatî vegerin ser hişê xwe û ji dîrokê dersan werbigrin û tenê baweriya wan bi welatê Sûriyê were.

Başa dön tuşu