ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Welîd Muelim gihîşt Têhranê

Wezîrê karên derve yê Sûriyê, Welîd Muelim biryar e îro anku Sêşemiyê li Têhranê bi Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê ra hevdîtin bike û  li ser dawîn alûgorên Sûriyê pêra biaxive.

Giyêr Pêtêrssên, nûnerê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karên Sûriyê jî îro anku Sêşemiyê tê Têhranê.

Sefera Welîd Muelim û Giyêr Pêtêrsên bo Têhranê li halekî pêk tê ku civîna sêalî ya serokomarên Îran, Rûsiye û Tirkiyê (Sê welatên garantorê pêvajoya Astaneyê) derbarê Sûriyê biryar e 14ê Sibatê li bajarê Sûçiya Rûsiyê were lidarxistin.

Başa dön tuşu