ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Welîd Muelim: “Îran û Rûsiye li warê avedankirina Sûriyê di ewlewiyetê de ne”

Welîd Muelim wezîrê karên derve yê Sûriyê got ku “welatê wî li şerê li dijî terorîzmê pişta xwe bi hevalên xwe yanê Îran û Rûsiyê ve girêda û pir normal e ku bona pêvajoya avedankirinê dê ewlewiyetê bide van du welatana”.

 Li gorî rapora IRNA`yê ji zarê Ajansa Neteweyî ya nûçeyan a Sûriyê (SANA NEWS), Welîd Muelim li gotûbêja bi kovareke  rûsî re , dayîna ewlewiyetê bo Îran û Rûsiyê li pêvajoya avedankirinê, weke  emegdariya bo fîdakariyên wan li Sûriyê û  şiyanên wan ên pêkan bo beşdariya li vê pêvajoyê da zanîn.

Wî her wiha  Çîn, Hindistan, Malizya, Birazîl û Efrîqaya  Başûrî wek welatên  dostê Sûriyê bi nav kirin ku hin kompamiyên wan bona beşdariya li bernameyên avedankirina Sûriyê amadetiya xwe raghandine.

Wezîrê karên derve yê Sûriyê bal kişand  ser vê yekê ku  Sûriyê tu çekeke kîmyawî tine û wan bi kar nayne jî  û got: “Sinaryoya xebitandina çekên kîmyawî û sepandina  berpirsiayriya wê ser dewleta Sûriyê tu bingeheke qanûnî tine”.

Welîd Muelim li bara armancên  Emerîka û hevpeymanên  wê li Sûriyê got: “Emerîka tenê armancên xwe li Sûriyê bi pêşde nabe belkî armancên Israîlê jî li Sûriyê cih tîne”.

El-Muelim got ku “Emerîka naxwaze ku Sûriye welatê sereke yê berxwedana  li hember Rejîma Siyonîstî be”.

Gotinên Welîd Muelim li halekî ye ku  serokkomarên Îran, Rûsiye û Tirkiyê Îniya buhurî li civîna Têhranê li bara  sinaryoya kîmyawî û dûhatên komploya terorîstan hişyarî daan.

Başa dön tuşu