CîhanNûçeRojhilatanavinSûriye

Welîd Muelim: Tirkiye sozên xwe yên li ser Idlibê cih ne anîye

Welîd Muelim, wezîrê karên derve yê Sûriyê, li axivtinekê çawaniya karên Tirkiyê yên li hember hevhatinameya Idlibê rexne kir û got: Tirkiye sozên xwe yên li ser Idlibê cih nayîne.

Li gorî rapora rojnama Dîwarê, Welîd Muelim, wezîrê karên derve yê Sûriyê li axivtinekê çawaniya karên Tirkiyê yên li hember hevhatinameya Idlibê rexne kir û got: Tirkiye sozên xwe yên li ser Idlibê cih nayîne.

Wî li axivtina xwe, tevî bibîrxistina hevhatina Tirkiye û Rûsyê ya li Idlibê ji bo pêkanîna navçeyeka bêçek ku di çarçoveya girtina pêşiya operasyoneka leşkerî bi destê artêşa Sûriyê li vî bajarî de pêk hatiye, got: Tevî bidawîhatina derfeta ku li vê hevhatinameyê hatiye dayîn, hin komên çekdar hîn ji navçê derneketine. Ev rewşa nîşan dide ku dewleta Tirkiyê naxwaze sozên xwe yên li ser Idlibê cih bîne. Her ji ber vê yekê Idlib hîn jî ji aliyê komên çekdar ên ku Tirkiye û welatên rojavayî pişta wan digirin ve tê birêvebirin.

Başa dön tuşu