CîhanNûçeRojhilatanavinSûriye

Welîd Muelim û şandiyê NY civîyan

Wezîrê karên derve yê Sûriyê û şandiyê NY li karûbarên Sûriyê meselên mayî yên têkildarî komîta qanûna bingehîn û mekanîzm û kiryarên têkildarî wê hilkolandin.

 Li gorî rapora SANA News`ê, Giyêr Pêdêrsên, şandiyê NY li karûbarên Sûriyê ku şeva buhurî gihêşt Şamê, vê sibê çû seredana  Welîd Muelim wezîrê karên derve yê Sûriyê.

 Welîd Muelim li vê hevdîtinê ragihand ku Sûriyê ser pêvajoya siyasî pêbend bûye û amade ye dewamê bide hevkariya bi şandiyê taybet ê NY ku peywirdariya wî li hêsandkirina gotûbêja sûrî-sûrî bihêje rêçareyek siyasî.

Pêdêrsên jî bal kişand ser vê yekê ku li pêvajoa siyasî ya çareserkirina  qeyrana Sûriyê de pêşketin hebûye û ragihand amade ye hewldanên pêdivî bo hêsankirina  gotûbêja sûrî-sûrî bike.

 Li gorî vê raporê, wezîrê karên derve yê Sûriyê û nunerê NY li vê civînê ser vê meselê li hev kiribûn ku bi tenê Sûriyê mafê xwe heye rêberiya pêvajoya qanûna bingehîn bigre destê xwe.

  Hizra avakirina  komîta qanûna bingehîn a Sûriyê bo cara yekê li civîna  “ kongira gotûbêja neteweyî ya Sûriyê“ li rojên 29 û 30 Çillê li bajarê Sûçiyê ya Rûsiyê hat hilêxistin. Avakirina komîta qanûna bingehîn  yek ji mijarên giring ên civînên Astanê ye.

Başa dön tuşu