IraqNûçeRojhilatanavin

Bi dehan kes bûn gorîyê teqîna terorîstî ya li bakûra rojavaya Bexdayê

Di encama teqîna trombîleka bombekirî li bakûra Tikrîtê li bakûra rojavaya Bexdaya paytexta Iraqê de, bi dehan kesên sivîl hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Seyf El Bedr, berdevkê wezareta tendirustiyê ya Iraqê li hevpeyvîna bi kanala Sûmeriye News`ê got: Di encama teqîna trombîleka bombekirî li bajaroka El Hecacê li bakûra Tekrîtê de, 5 kesên sivîl hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Hêzên ewlehiyê yên iraqî, navçe dorpêç kirine û birîbndaran veguhestine nexweşxaneya nêzîkî cihê bûyerê.

Ji hêla din ve çavkaniyeka ewlehiyê ya iraqî ragihand: Di encama teqîna bombeka li rex cadê li gundê Quneyterê li El Şerqatê li bakûra Iraqê de, trombîleka sivîlan hate rûxandin û kesek hate kuştin û du kesên din jî birîndar bûn.

Dewleta Iraqê Kanûna sala 2017`an bi dawîhatina hebûna leşkerî ya Koma terorîst a DAIŞ`ê ragihand lê paşmaiyên terorîstan, hin caran hin êrişan ser navçeyên curbicur ên vî welatî cih tînin.

Başa dön tuşu