İslami Davet Kurdi Bange İslami

Welîd Muellim: Şam wê têkoşîna dijî têrorîsmê heta azadkirina hemî axa vî welatî bidomîne

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê şeva buhurî di hevdîtina digel Welîd Muellim, Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê de got: Gelê Sûrîyê wek nunerê cîhanê berdêla têkoşîna li hemberî têrorîsmê dide.

Ibrahîm Ceiferî bi gotina vê yekê ku Iraq yê piştgirîya ji Sûrîyê bidomîne, xwest ku hevahengî û hevkarîyên her du welatan heta asta pêkan bên xurtkirin û berfirekirinê.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê pêgirî kir ku gel û berpirsên iraqî alîkarîyên Sûrîyê yên di dema qeyranan de ji bîr nakin û hêvî kir ku peywendîyên aborî û ticarî yên her du welatan ji berê xurttir bibin.

Welîd Muellim jî di vê hevdîtinê de bi gotina vê yekê ku Sûrîye nêzîkî serketina teqil a li hemberî têrorîstan bûye, got: Şam wê têkoşîna dijî têrorîsmê heta azadkirina hemî axa vî welatî bidomîne.

Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê bal kişand ser vê yekê ku Sûrîye û Iraq di bereyekê e ne û pêrgî gellek pirsgirêkan bûne û xwest ku peywendîyên her du welatan bên xurtkirinê.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê duh ji bo gotûbêja digel rayedarên Sûrîyê gihîşt Şam paytexta vî welatî.

Exit mobile version