EwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Wendabûna 130 zarokên penaber ên bêsergêr li Fransayê

Li gorî rapora PressTV`yê, vê saziya xêrxwaziyê şeva buhurî ragihand ku dewleta Fransayê li warê dabînkirina ciyeke ewleh ji bo zarokê penaber ên bêsergêr serketî nebûye.

Li gorî vê raporê, dema xirabkirina hin beşên kempa Daristana Kaleya Fransayê di destpêka meha Adarê da, tu ciyek jibo bicihkirina demkî ya zarokên bêsergêr nehat dabînkirin û rayedarên Fransayê jî qet bala xwe nean ser hewcedariyên wan û di encamê da 129 zarokên vê kempê wenda bûne.
Vê saziya xêrxwaziyê ya ingilîsî ragihandiye ku ev helwesta dewleta Fransayê li hemberî penaxwazan nayê qebûlkirinê û divê xizmet û piştgiriya ji 294 zarokên bêsergêr ku hela li hin beşên kempa Daristana Kaleya dijîn bên zêdekirin.

Li gorî vê raporê, 4432 kesên mezin, 514 zarok, ku 294 kes ji wan bêsergêr in, hela li kempa Daristana Kaleya Fransayê dijîn. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu