CîhanEwropaNûçe

Li Japonyayê hejmara kesên ku ji ber lehî û baranê mirine, gihîşt 134an

Li Japonyayê hejmara kesên ku ji ber lehî û baranê mirine, gihîşt 134an, gelek kes jî wenda ne.

Ev çend roj in Japonya di nav baran û lehiyê de maye û ziyanek mezin gihîştiye hinek herêmên wî welatî bi taybet herêma Hîroşîma.

Li gorî agahiyan, heta niha 134 kes ji ber lehî û baranê mirine û 88 kes jî wenda ne û nayê zanîn sax in yan mirî ne.

Hinek rayedarên hikûmetê hişyariya şimitîna erdê dane û daxwaz ji xelkê kirine, tedbîrên xwe bigirin.

Başa dön tuşu